KCK’ê di Meha Remezanê de hêviya aştiyê kir

Îro roja yekê ji Remezana sala 2022’an e. KCK’ê bi daxuyaniyekê anî ziman ku divê meha Remezana îsal bibe sala aramiyê.

KCK’ê hêvî ku rojiya misilmanan giştiyan bê qebûlkirin û got:

“Em dikevin meha Remezanê ya ku dibe wesîleya xêrên mezin ên baweriya Îslamê.

Em hêvîdar in meha Remezanê aştî û aramiyê bîne alema Îslamê.”

KCK’ê bang li gelê li Bakurê Kurdistanê kir û ev tişt anî ziman:

Divê gelê me yê Bakur neçin camiyên diyaneta Tirk.

Li van camiyan li hemberî Kurdan derew, fesadî û ji bo komkujiyan bang tên kirin.

KCK’ê bang kir ku li hemberî kesên êrişî nirxên me yên exlaqî dikin têkoşîneke fikrî bikin.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk meha Remezanê pîroz kir

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi peyamekê meha Remezanê pîroz kir.

Di peymanê de hat gotin, “Kongreya Civaka Îslama Demokratîk û saziyên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meha remezanê li umeta îslamê û cîhanê pîroz dike.

Em hêvî dikin ku di vê meha pîroz de, aştî, ewlehî û xêr li Sûriyê û cîhanê pêk were.”

Back to top button