PAJK: 4’ê Nîsanê , roja mizgîniya ji nûve hebûn û vejîna gelê Kurd e

Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK, 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Apo pîroz kir..
PAJK`ê diyar kir ku “4’ê Nîsanê, roja mizgîniya ji nûve hebûn û vejîna gelê Kurd e û got:
Armanca me a sereke di vê salê de azadiya rêber Apo ye.

Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna rêber Apo daxuyaniyek da.

PAJK`ê 73’emîn rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd û jinan pîroz dikin û diyar kir ku 4’ê Nîsanê, roja mizgîniya ji nûve hebûn û vejîna gelê Kurd e. Roja afiradina jiyana azad û evîna jinên Kurd e.

PAJK`ê got:

Di dîroka gelê Kurd û ya jinên Kurd de zayîna Rêber Apo xwedî heqîqeteke mezin û wateyeke kûr e. Ji ber ku gelê Kurd zayîna Rêber Apo zayîna xwe dibîne. Roja xilasiyê ya ji jiyana kole û bê nasnamebûyînê dibîne.”

PAJK`ê da zanîn bi zayîna Rêber Apo re Felsefeya ji mirinê jiyan afirandin, weke çanda herî bi kok di Kurdistanê de tê jiyîn û jiyankirin.

PAJK’ê anî ziman ku fikrên rêber Apo her ku diçe nav gelan de belav dibe, bandora pêşketinên li Kurdistanê berbi çav dibe. Ev pêşketin jî ji her kesî zêdetir li jinan dike. Jin azadiya xwe di fikrên Rêber Apo de dibînin û daxweza azadiya Rêbertiyê ya fîzîkî dikin.

Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK dawiyê diyar kir ku rêbertiya me ev 24 sal e li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ji bo azadiya jin-civakê li ber xwe dide..

Careke din em dibêjin azadiya Rêberê me ya fîzîkî di vê sala dijwar a tekoşinê de armanca me ya sereke ye

Back to top button