Li Holê û Hesekê mayînên ber teqandinê hene

Siyasetmedar û rûspiyên eşîran diyar kirin ku xeteriya DAIŞ’ê li herêmê hîna bi dawî nebûye û li ser hiştina vê dosyayê bêyî çareserî hişyarî da.

Siyasetmedar û rûspiyan eşkere kir ku li Hesekê û Holê mayînên li ber teqandinê hene.

Xeteriya DAIŞ’ê hîna jî li herêmê heye. Civaka navneteweyî di aliyê leşkerî de destek ji bo têkbirina DAIŞ’ê da.

Lê têkildarî çeteyên girtî û malbatên wan hîna tu helwest nedaye. DAIŞ’ê 20’ê Çileya îsal, êrişeke mezin li ser girtîgeha Sînaa pêk anî.

28’ê Adara borî jî şaneyên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li kampa Holê êriş bire ser dewriyeke Asayîşê.

Rêveberiya Xweser her çiqasî banga çareserkirina pirsgirêka DAIŞ’ê dike jî lê civaka navneteweyî vê yekê paşguh dike.

Siyasetmedar Mihemed Birak der barê xeteriya DAIŞ’ê ji ANHA’yê re axivî û got:

”Xeteriya çeteyên DAIŞ di girtîgehan û kampan de hîna bi dawî nebûye. Li Hesekê û Holê mayînên li ber teqandinê hene.

Tê de girtîgeh hene û bi hezaran çete tê de girtî ne û di kampa Holê de jî bi hezaran jin û zarokên çeteyan hene.”

Rûspiyê eşîra Şerabîn û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrî Mihemed El-Ubêd jî ev tişt anî ziman:

“Dosya DAIŞ’ê li ser gelê herêmê û pêşeroja wê xeteriyeke mezin e.

Êrişên terorî hene û her demekê şaneyên DAIŞ’ê tên livandin, mînaka berbiçav jî êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ye,

Serokê Meclisa Olî ya Hesekê Mihemed Reşîd Ebdulezîz jî derbarê mijarê de axivî û ev bang kir.

”Divê civaka navneteweyî çareseriyekê ji pirsgirêka çeteyên DAIŞ û malbatên wan re bibîne.

Çareseriya yekane ya vê dosyayê jî vegera van çeteyan ji bo welatên wan e an avakirina dadgeheke navneteweyî ye.”

Back to top button