LI HERÊMA BRADOSTÊ KOMÊN ÇEKDAR ÊN PARAMÎLÎTER TÊN AVA KIRIN

Dewleta Tirk li gel êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, hewl dide ku li herêma Bradost komên çekdar ên çeldarên sivîl ava bike.
MIT a tirk li gel hin partiyên Kurd û serok eşîran civînan çêdike û dixwaze li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bide şerkirin.
Li Kerkukê jî dewleta tirk di nava hewildanan de ye û rêxistinê veşartî li wir dide avakirin.
Belê li ser xaka başûrê kurdistanê dewleta tirk a dagirker hespê xwe dibezîne û ji aliyê siyasî ve bêdengiyek balkêş heye.

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê didomin.

Hewldan û planên wê yên veşartî bi hin eşîr û partiyên başûrê Kurdistanê re jî her ku di çe derdikeve holê.

Çavkaniyên pê bawer di vê derbarê de zanyariyên girîng dan ajansa Rojnews’ê.

Li gorî van zanyariyan, dewleta Tirk a dagirker, ji bilî êrîşên ji bo dagirkirina herêmê ku her roj dewam dikin, di nava hewldanên metirsîdar de ye.

Çavkaniyan diyar kirin ku rayedarên Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) a Tirkiye, beriya Newroza 2019’an li herêma Bradost bi serok eşîr, rusipî û nûnerên hinek partiyên Başûrê Kurdistan re civîn çêkirine.

Çavkaniyan gotin ku nêzî 100 kes beşdarî van civînan bûne û di civînan de hewl hatiye dayîn li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê plan bên çêkirin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê komek çekdar a paramîliter ava bike, û ji bo vê yekê jî gelek kes perwerde kirine.

Van hewldanên xwe jî di bin navê oldariyê de dike û li hinek kesan jî çekan belav dike.

Her wiha hêzên PDK’ê jî 31 Gulan 2019’ê li herêma Bradostê dest bi tevgerê kiriye û bi şev konvoyek a ji 15 wesayîtan pêk tê ya hêzên pêşmergeyan şandiye herêma Sîdekan.

Li gel hêzên pêşmerge xaniyên amade yên razan û alavên rê çêkirinê hebûn.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/mit-a-tirkiyeye-endamen-xwe-li-kerkuke-zede-dike-31784

Li aliyê din jî destwerdana dewleta Tirk ya ji bo Kerkûkê roj bi roj zêde dibe.

Li gorî agahiyên cîgirê rêveberiya malbenda 2 ya Yekitya Niştimana Kurdistanê a li Kerkûkê Xazî Kerkukî , Dewleta Tirk roj bi roj endamên MÎTa xwe li bajarê Kerkûkê zêde dike.

Xazî Kerkûkî diyar kir ku hejmarek mezin ya endam û dezgehên sîxûriyê dinava kerkûkê de hene û hertim ev endamên sîxûriyê bi awayek lezgîn tên guhertin.

Çawa Qasim Silêman nikare pasdarên Îranê bîne Iraqê, lê bi rêya Iraqiyan hêz avakir, Tirkiye jî bi heman awayî bi rêya Tirkmenan bi aşkerayî xwedî hêzin.

Li başûrê kurdistanê ji ber polîtîkayên PDK’ê û bêdengiya aliyên siyasî dewleta tirk a dagirker di nava planên metirsîdar de ye.

Leave a Reply

Back to top button