Doh, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li navçeyaTirbespiyê erebeyek bombebaran kir û di encamê de şervanek şehîd bû û helbestvan Ferhad Merdê jî di nav de 2 kes birîndar bûn. Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê û Meclîsa Giştî a PYD’ê bi daxuyaniyên cuda êriş şermezar kirin. Di daxuyaniyan de bang li civata navnetewî hat kirin ku helwestê nîşan bide û ji gelên herêmê jî hate xwestin ku li dijî dagirkeriya tirk hevgîrtin û yekîtiya xwe mezin bikin
Doh, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbespiyê erebeyek bombebaran kir.
Di encamê êrişê de şervanek şehîd bû û û helbestvan Ferhad Merdê jî di nav de 2 kes birîndar bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê têkildarî êrişê daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser diyar kir dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê bênavber didomîne û wiha got:
“Terora ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, dewama siyasetên wê yên li dijî ewlehî û aramiya li herêmê û qirkirina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û her wiha şikandina vîna gelên herêmê ye.”
Di dewamê de Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir û ji malbata şehîd re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest.
“Divê gelên me li dijî dagirkeriya Tirk hevgîrtin û berxwedanê mezin bikin”
Dawî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ev bang li raya giştî û civata navnetewî kir li dijî van êrişan helwestê nîşan bidin û rê li ber sûcên dewleta Tirk bigirin.
Bang li gelên herêmê jî hat kirin ku li dijî êrişan hevgirtin û yekîtiya xwe mezin bikin.
Têkildarî heman mijarê Meclisa Giştî ya PYD’ê jî daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.
PYD: Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe êrişên dewleta Tirk rewa dikin
PYD’ê anî ziman dewleta tirk a qirker bi êrişên xwe yekitî û hevgirtina gelan hedef digre û ev tişt got:
“Di rojekê de ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelên Suryan, Asur û Kildan re cejna Ekîto pîroz dikin, faşîzma Tirk her semboleke dîrokî û netewî ya ên gelên Mezopotamya armanc dike. Bi vê yekê re sûcên dewleta Tirk a faşîst û kîna wê li dijî gel û pêkhateyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.”
PYD’ê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û got: “Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe kirinên dewleta Tirk rewa dikin.”