Li Kurdistanê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo bi çalakiyên cihê reng hat pîrozkirin

Li seranserê Kurdistanê bi çalakiyên cûda rojbûna Rêber Ocalan, tê pîroz kirin. Îro jî li gelek deveran pîrozbahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin.

Li Kurdistanê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo bi şahiyên cihê reng tê pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li salona konferansê bi tevlîbûna gel û xwendekaran pêşengehek wêneyan hate vekirin.

Di merasîma vekirina pêşengehê de Mamoste Bêwar Îzer axivî û got:

“Bi derketina Rêbertî re gelê Kurd xwe naskir. Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelê Kurde.”

Piştî axaftinan sinevizyonek girêdayî têkoşîn û berxwedana dîroka wargehê hate pêşandan.

Rêzeçalakiyên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) yên bi boneya rojbûna Rêber Ocalan, li Şengal û gundên derdora wê dewam dikin.

Li gundê Hesewîkê ya Şengalê, jinan 80 şitlên daran çandin.

Jinên dar çandin daxwaza azadiya Ocalan kirin û rojbûna Ocalan li hemû gelan pîrozkirin.

Her wiha li ber Meclisa Gel a Xanesorê jî ji aliyê endamên meclisa gel, sazî û rêxistinê Xanesorê û TAJÊ’ê ve şitlên daran hatin çandin.

Wêneyê şehîd Merwan Bedel ku li Xanesorê şehîd ketibû bi şitlên dara ve hatin daliqandin.

Li navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê rojbûna Rêber Apo bi çandina şitlên daran û şahiyekê hate pîrozkirin.

Şahî bi pêşengiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer bi dirûşmeya ‘Dem dema Azadiyê ye’ hate pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de Goran Elî û dayika Şehîd Rênas û Şehîd Rêbaz, Emîne axivîn û bal kişandin ser girîngiya 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û rojbûna Rêber Ocalan li tevahiya gelên bindest, pîroz kirin.

Bi heman boneyê şêniyên Dêrsimê jî rojbûna Ocalan pîroz kirin û li Geliyê Mûnzûrê û li deverên cuda yên bajêr şitil çandin.

Ji ber rojbûna 73’yemîn 73 şitil hatin çandin.

Li Stenbol jî jinan bi boneya rojbûna Rêber Apo ya 73’yemîn pîroz kirin.

Gelek Çalakvan, endamên saziya û malbatên girtî û kesên xizmên wan winda tevlî çalakiya çandina daran bûn.

Jinan, bi hêviya Rêber Apo azad bibe û aştiyek pêk were şitil çandin.

Rojbûna Rêber Ocalan li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî bi çandina şitlên daran, hate pîroz kirin.

Welatiyan wêneyên Rêber Ocalan hildan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Ocalan re anîn ziman.

Back to top button