HPG’Ê LI XAKURKÊ ZIRAVÊ DEWLETA TIRK QETANDIYE

Ev nêzî 10 rojin dewleta tirk a dagirker li başûrê kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh kiriye.

Ji roja despêkê ya êrîşê heta niha dewleta dagirker bi rêya çapemeniya xwe şerê taybet dimeşîne û hema dibêje kes nemaye.

Lê dimen û çalakiyên ji herêmê tên, rastiya şerê li herêmê vedibêje.

Herî dawî gerîlayên HPG û YJA-Starê li Girê Şehîd Derwêş ê Xakûrkê li dijî artêşa Tirk çalakiya sabotajê li dar xistin.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de gelek leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk gerîlayên HPG û YJA-Starê çalakiyên xwe zêde kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

Gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya,

3’ê Hezîranê li dijî artêşa dewleta tirk ya dagirker ên li Girê Şehîd Derwêş çalakiya sabotajê li dar xistin.

Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.”

HPG’ê ragihand ku di êrîşên hewayî yên artêşa tirk ku li derdora girê Şehîd Şerîf û Şekîf, herêma Şehîd Botan, Ermûş ên Xakûrkê pêk anîn de ti windahiyek canî pêk ne hatiye.

Bi despêkirina êrîşa dagirkeriya dewleta tirk a 27’ê Gulanê li ser Xakurkê re çapemeniya dewleta dagirker dest bi şerê taybet kir.

Wezareta Parastinê ya dewleta tirk diyar kiribû ku di êrîşa wan de 34 gerîla şehîd bûne.

HPG’ê ev agahî vale derxist û dazanîn ku heta niha tenê 2 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 3’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Divê bombeberanê de ti zerer bi hêzên gerîla nebûne û ziyaneke mezin gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl.”

Leave a Reply

Back to top button