Hêzên hikûmeta Şamê başûrê Idlibê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê başûrê Idlibê tobbaran kir. Balafirên şer ên Rusya jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raginad ku, şevê din hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran başûrê Idlibê topbaran kir.

Bajarokên El-Benîn, El-Fetîra, Sifûhin û Filêfil ên li başûrê Idlibê bûn hedefa êrişên hikûmeta Şamê.

Balafirên Rûsya deverên DAIŞ ên li çolistana Sûrî bombebaran kir

Her wiha çavdêriyê ragihand ku di 24 seatên dawî de balafirên şer ên Rusya zêdetirî 30 êrişên Asîmanî li dijî nuqteyên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî pêk anîn.

Back to top button