Îgor Koneşenkov: Di 24 saetên dawî de 67 binesaziyên artêşa Ûkraynayê hate têkbirin

Êrîşên Rûsyayê yên li Ûkraynayê ku di 24’ê Sibatê de dest pê kirin, di roja xwe ya 37’an de dewam dikin.. Her alî li gorî xwe bîlançoyên şer eşkere dike. Berdevkê wezareta parastinê ya Rûsya Îgor Kone-şenkov diyar kir ku hêzên wan di 24 saetên dawî de 67 binesaziyên leşkerî û 2 balafirgehên Ûkranî bêbandor kirin.. Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê jî diyar kir ku heta niha hêzên wan 17 hezar û 800 leşkerên Rûs kuştine,

Şerê li Ûkraynayê di roja 37’an de bi hemû dijwariya xwe didome.

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsya Îgor Konaşenkov bi daxûyaniyeke bîlançoya şerê di navbera 24’ê Sibatê û 2’ê Adarê parvekir.

Îgor Koneşenkov diyar kir ku hêzên wan di 24 saetên dawî de 67 binesaziyên leşkerî û balafirgehên bajarên Poltava û Dnipro yên Ûkraynayê ku depoyên niftê yên artêşa Ûkranî lê bûne bê bandor kirine.

Koenşekov di berdewamiya daxûyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan deverên nû li herêma Donbasê kontrol kirine.

Îgor Koneşenkov ragihand heta niha hêzên wan 124 balafir, 85 helîkopter, 381 balafirên bê mirov 1882 maşîneyên zirxî, 203 mûşek avêj, 786 abus û 1764 maşînekyên zirxî bê bandor kirine.

Ûkrayna: Heta niha 17 hezar û 800 leşkerên Rûs hatine kuştin

Wezareta Parastina Ûkraynayê jî bîlançoya şerê 37 rojan parvekir.

Wezaretê ragihand ku hêzê wan heta niha 17 hezar 800 leşkerê artêşa Rûsî kuştine, 143 balafir, 134 helîkopter, 631 tang, hezar û 776 maşîneyên zirxî, 317 top, 87 balafirên bê mirov û 76 barhilgirên niftê bê bandor kirine

John Kirby: Em ê qasî 300 milyon alikariyeke din a leşkerî bidin artêşa Ûkraynayê

Her wiha berdevekê wezareta parastinê ya Amerîka John Kirby jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê balafirên bê mirov, maşîneyên zirxî, çekên giran kû nirxê wan bi giştî 300 milyon dolar derbas dike wê bidin Ûkraynayê.

Senatoya Amerîkayê ji bo artêşa Ûkraynayê di 11’ê Adarê de pêşnûme qanûna ku alîkariya 13,6 milyar dolar dide erê kiribû.

Zelensky: Rûsya deverên ku xwe paşve vedikişîne mayîn dike

Serokomarê Ûkraynayê Volodamir Zelensky jî bi daxûyaniyeke ragihand ku hêzên Rûsya deverên ku xwe paşve dikişînin hemû bi mayîn dikin, heta cenazeyên kesên ku di şer de hatine kuştin jî tije teqemenî dikin.

Zelensky bang li xelkên Rûsyayê kir ku zarokên xwe neşînin şer û ji ber desthilatê de nedin kuştin.

Back to top button