LI LIBNAN ÊRÎŞ 4 XEBATKARÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN HATIN KUŞTIN

Êdî du nav hene bi hevre têne karanîn. Ango bê hev nabe.
DAIŞ û AKP.
Li kijan welatî teqîn, yan jî êrîşek çeteyên DAIŞ’ê pêk tê, li pişt wê rûyê dewleta tirk derdikeve.
Doj jî bi heman rengî êrîşek li Libnanê ji aliyê çeteyê DAIŞ’ê ve pêk hat ku ev çete bi rêya tirkiye derbasî Sûrî jî bûye.

Duh saet 11’ê êvarî êrîşek li dijî erebeyeke hêzên ewlekariya hundirîn ên Libnanî li nêzî navendeke hikumî ya li bajarê Terablusê pêk hat de 4 xebatkarên ewlekariyê hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Libnanî der barê vê yekê de daxuyaniyek belav kir û got:

Êrîşker gule berda banka Libnanî li Terablusê û navendeke hêzên ewlekariya hundirîn û her wiha erebeyeke polîsan.

Di encamê de 4 xebatkarên ewlekariyê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Piştî şerekî di navbera polîs û çete de, çete xwe teqandiye.

LIBNAN- ÊRÎŞ
RAGIHANDINA LIBNANÎ: ÊRÎŞKER DI 2014’AN DE ÇÛ TIRKIYÊ DA TEVLÎ DAIŞ’Ê BIBE

Li gorî navgînên ragihandina Libnanî, navê çete Ebdulrehman Mebsût e.

Di sala 2015’an de çû Tirkiyê da tevlî DAIŞ’ê bibe.

Zêdeyî mehekê li Tirkiyê ma û ji wir derbasî Idlibê bû da tevlî refên çeteyan bibe.

Piştî çend mehan zivirî Libnanê.

Leave a Reply

Back to top button