Artêşa Tirk li Mehsert û Bagokê êriş pêk anî

Artêşa Tirk a dagirker li Mahsert û Bagokê dest bi êrîşa leşkerî kir.
Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk li herêma çiyayî kozik danîne.

Li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê û li herêmên Mahsertê ên di navbera navçeyên Midyat, Mahsert, Artûklû û Nisêbînê de ne, Artêşa Tirk êrişek pêk anî.

Di çarçoveya êrişê de sewqiyata leşkerî bo her du herêman hat kirin.

Li herêmê tevî yekîneyên artêşa Tirk, wesayîtên zirxî jî hatin bicihkirin.

Hate zanîn ku li vê herêmê cih bi cih tevgera hewayî didome.

Her wiha leşkerên Tirk li herêmên çiyayî yên nêzî gundê Marîne kozik danîne.

Back to top button