HPJ: 4’ê Nîsanê jidayikbûna gelan e

Koordînasyona Kongra Star, Fermandariya HPJ’ê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ bi daxuyaniyên cuda 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.
Di daxuyaniyan de hat gotin:
“Rojbûna Rêber Apo roja vejîna jiyana azad û jina azad e.”

Sibe 4’Ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo ye.

Bi vê boneyê ji gelek aliyan daxuyanî hatin dayîn.

Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) bi vê boneyê daxuyaniyek da.

HPJ’ê di daxuyaniya xwe de 4’ê Nîsanê li Rêber Apo, gelê Kurd û jinên azadîxwaz pîroz kir û ev got:

” 4’ê Nîsanê jidayîkbûna gel, jin û mirovahiya hemdem e.

Her 4’ê Nîsanê dibe hevpeymaneke nû bi jiyana azad re.

Rêber Apo têkoşîna ku ji 1973’ê dest pê kir, destkeftiyên bêhejmar û şoreşgerî afirandine.

Rêbertî destkeftiyên ku ji jinê hatibûn standin, dubare lê vegerandin û bingehê îdeolojîk, parastin û çandî jî lê vegerand.

Kongra Star: Rojbûna rêbertî rojbûna mirovê azad e

Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî daxauyniyek da û diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya gelan e.

Kongra Star got:

” 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye û rojbûna mirovê azad e.

Rêber Apo bi biryar berxwedana xwe didomîne.

Ev îrade êdî ji gelên herêmê re bûye jêdera azadî, aştî û yekitiya gelan.”

Kongra Star rojbûna Rêber Apo li Kurdan pîroz kir û piştrast kir ew ê sala 2022’an bikin sala azadiya Rêber Apo.

TAJÊ: Ev roj roja vejîna jina azad e

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi heman armancê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

“Rojbûna Rêber Apo roja vejîna jiyana azad û jina azad e.

Ji bo gelên bindest roja ketina ferqa hebûna xwe ye.

Rêbertî ji bo mirov û civakên bindest li hember zilm û neheqiyê serî hilda, li ber xwe da û şerê rûmetê meşand.”

TAJÊ destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Back to top button