HRRK li Qamişlo dest bi çalakiyên şevbuhêrkan kir

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) çalakiyên şevbuhêrkan dan destpêkirin.n

Çalakî bi ser navê “Şevçirayên Rojavayê” ne û wê heta dawiya meha Remezanê, rojane, şevbuhêrek were lidarxistin.

Di roja yekê ya çalakiyê de semînerek li ser rojnamgeriya kurdî li navenda HRRK’ê ya li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di semînerê de der barê rojnamegeriya kurdî li Rojava, lawazî, pirsgirêk û rola wê de nîqaş hatin kirin.

Têkildarî bernameya çalakiyan Serokê HRRK’ê Welîd Bekir anî ziman:

”Wê di der barê wêje, ziman, huner û çanda kurdî de nîqaşên berfireh bên kirin û carinan şano û film jî bên pêşandan.”

Back to top button