Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundewarên bakur û rojava yên navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Şevê din di saet 02:30`an de careke din, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Eyn Îsayê kirin.
Gundê Seyda yêli bakurê navçeya Eyn Îsayê û gundê Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî hatin topbarankirin.
Li gel êrişan, balafirên keşfê yên dewleta Tirk di seatên piştî nîvro de li ser Eyn Îsa û gundewarên wê geriyan.
Ev demek e careke din navçeya Eyn Îsayê rastî êrişên dijwar tê.
Li vê derê tevî hebûna Rûsya jî ev êriş her berdewam in û sivîl dibin qurban.