ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER GORISTANA GUNDÊ XELÎL ŞEWITAND

Mirî jî ji faşîzma AKP û çeteyên wê bê par namênin.
Çeteyên dewleta tirk a dagirker goristana gundê Xelîl ê navçeya Şiyê şewitand.
Her wiha li Babê jî agir bi zeviyan xist û na hêle kes agir jî vemirîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di saetên sibehê de goristana gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya Efrînê şewitand.

Hêzên dagirkeriyê bi vê yekê hewl didin şênî di cejnê de serdana gorên miriyên xwe nekin.

Li aliyekî din, bi hinceta cejna Remezanê, çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihandin ku komên çete baceke nû li ser şêniyan ferz kirin.

Ji îro ve, çeteyên El-Emşat li navçeya Şiyê, ji bo her erebeyekê 50 hezar lîreyên Sûrî ferz kir.

Yê ku nede jî, erebeya wî jê distînin.

Tê gotin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro li gorî Tirkiyê, li Efrîn û herêmên din ên dagir kirine, cejna Remezanê ragihand.

Leave a Reply

Back to top button