Tifaqa Kurdistanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kir

9 partiyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin ji bo berdana Rêber Apo û girtiyên siyasî bang kir.

Starta Newrozê di 10’ê adarê de bi deklarasyona hevpar a partiyên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin hatibû dayîn.

Di deklarasyona hevpar de îşaret bi gelek xalan hatibû kirin.

Nûnerên partî û rêxistinên di xebata Tifaqa Kurdistanê de ku di Newroza Amedê de derketibûn ser dikê ji bo hin xalan erêkirina gel xwestibûn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz li ser navê tafaqê bangî gel kir û xalên ku Aydenîz dixwest gel erê bike ev bûn:

* Ji bo ku di her astên perwerdeyê de zimanê kurdî bibe zimanê perwerde-hînkirinê em ê têbikoşin.

* Ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyê em ê têkoşîneke hevpar bidin.

* Ji bo azadiya Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî em ê bi hev re têbikoşîn.

Bi xwendina her sê xalan re zêdetirî milyonek kesan demekî dirêj çepik lê dan, tililî avêtin û bi vî rengî ev xal erê kiribûn.

Back to top button