Li Ûkrayna bîlançoya 39 rojên şer giran dibe

Artêşa Rûsya, ya ku di kontrolkirina xaka Ûkrayna de bi israre, piştî vekişîna ji bakurê Ûkrayna berê xwe da bajarê Odessa. Moskow ragihand ku depoyên sotemenî û binesaziyên leşkerên Ûkrayna hatine armanckirin. Li bajarê Buça yê dikeve bakurê paytext Kîevê, bi sedan cenazeyê sivîlan hatin dîtin. Şaredarê bajar got, wan gorên komî dîtine. Di vê navberê de, Wezareta Parastinê ya Ûkrayna ragihand ku heta niha 18 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Dîmenên ku şerê cîhanê yê duyemîn bibîra mirovan têne li nava Ûkrayna tê dîtin.

Tankên hatine teqandin, xaniyên kavilbûyî û cenazeyên linaverastan mayî…

Ev encama êrişa Rûsya ku 39 roje li nava xaka Ûkrayna pêk tîne ye.

Tankên artêşa Rûsya li nava heriya Ûkrayna asê mane.

Rûsya êrişî Odessa kir

Rûsyayê ragihand ku li nêzî bajarê bendera Odessa ya Ûkraynayê li hedefên hatine diyarkirin xistine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku parzûngehek neftê û sê depoyên sotemeniyê li bajarê li peravên Deryaya Reş bi mûşekên ji nava deryayê hatine armanckirin.

Hat destnîşankirin ku leşkerên Ûkraynayê ji depoyên hatine armanckirin, pêwistiyên xwe yên sotemeniyê pêk dianî.

Li gorî agahiyên ji Moskovayê hatin girtin, di êrîşan de bi giştî 51 tesîsên leşkerî hatin armanckirin.

Rêveberiya hikumeta Ûkrayna ya bajar jî êriş piştrast kir û got;

Beşek ji moşekên Rûsya ji aliyê hêzên wan ve hatiye bêkêrkirin.

Nûnerê NY Griffths wê li Moskow daxwaza agirbestê bike

Alîkarê Berpirsê Karên Mirovî yê NY Martin Griffths ji bo “agirbesteke mirovî” berê xwe dide Moskow.

Piştî Rûsya tê çavrêkirin ku Griffths berê xwe bide Kîevê.

Li derdora Kîevê bi sedan cenaze hatin dîtin

Li bajarê Bûça yê ku li derveyî paytexta Kîevê ye, piştî vekişîna hêzên Rûsyayê termên nêzî 300 sivîlan hatin dîtin.

Di dîmenên ku li bajêr hatin tomarkirin û li ser medyaya civakî hatin weşandin de tê dîtin ku termê gelek kesên bi cil û bergên sivîl li kêleka kolanekê li erdê ne.

Şaredarê Buça Fedoruk: Li bajar Gorên Komî hatine dîtin

Şaredarê Buçayê Anatoli Fedoruk got, “Ev hemû kesane hatin qetilkirin.”

Fedoruk bal kişand ku 280 cenazeyên din jî di gorên komî yên li bajêr de hatine veşartin û ev tişt anî ziman: “Ev encamên dagirkeriya Rûsyayê ne.”

Rûsya îdia dike ku ji destpêka êrişê ve tenê navendên leşkerî bûye armanca hêzên wan.

Li herêmên bakurê Ûkrayna ku artêşa Rûsya xwe vekişandî, hêzên Ûkrayna vê yekê bi konvoyên dirêj weke serkeftina xwe pîroz dikin.

Ûkrayna: 18,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Di vê navberê de, Wezareta Parastinê ya Ûkrayna bîlançoya şerê 39 rojan yê li dijî Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê; 18 hezar leşkerên Rûsyaya hatin kuştin.

644 tank, 1,830 wesayitên leşkerî yên zirxî, 325 sîstemên topan, 105 roketavêjên piralî, 54 sîstema parastina hewayî, 143 balafirên şer, 134 helîkopterên artêşa Rûsya hatine bêkêrkirin.

Back to top button