NY: Agirbesta li Yemenê ket meryetê

 Kêm jî be, piştî 8 salan Yemenî dixwazin bêhna xwe bidin. Piştî hewildanên NY li Yemenê agirbestek ji bo 2 mehî hate ragihandin. Agirbsta ku şevê din kete meryetê wê heta despêka Hezîranê dewam bike. NY ji bo alîkariya mirovî daxwaza vekirina bendergeh û balafirgehan kir.

Li Yemenê piştî şerên dijwar, agirbest hate ragihandin.

Sefîrê Neteweyên Yekbûyî (NY) Hans Grundberg ragihand ku agirbest şevê din saet 19:00 de ketiye meriyetê.

Grundberg got, “Ji vê êvarê ve (Êvara Şemiyê) divê êrişên hewayî, bejahî û deryayî hemû bisekinin.”

Şerê li Yemenê di navbera Hûsiyan ku Îran piştgiriya wan dike û hêzên hikumetê ku Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî piştgiriyê jê re dike, diqewime.

Di çarçoveya agirbestê de ku roja destpêkê ya meha Remezanê rast hat, wê destûr bê dayin ku 18 keştiyên petrolê xwe bigihînin bendergeha Hudeyde ya li rojavayê welêt û du balafirên bazirganî xwe bigihîne paytext Sanayê.

Qada hewayî û rêyên deryayî yên Yemenê di bin kontrola Koalîsyona Ereb de ne.

Tenê ji balafirên NY re destûr tê dayin ku xwe li paytext Sanayê daynin.

Hûsî ji ber vê yekê dibêjin “dorpêç” heye û nerazîbûnê nîşan didin.

Bendergehên Sana û Hudeyde jî di bin kontrola Hûsiyan de ne.

Bendergeh ji bo gihandina alîkariya mirovî gelekî girîng e.

Grundberg anî ziman ku di navbera nûnerên Hûsî û Koalîsyona Ereb ji bo sivîl karibin bi serbestî tevbigerin û rêyên Taîzê yên li başûr rojava bêne vekirin, bicivin.

Sefîrê NY got, “Serketina vê hewldanê bi daxwaza aliyên şerker ve girêdayî ye bê çiqasî agirbestê bi cih tînin û dixwazin tedbîrên mirovî pêk bînin.”

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan ji wê demê ve şerekî giran diqewime.

Li aliyekî hêzên hikumetê heye ku piştgiriyê ji Erebistana Siûdî werdigire, li aliyê din jî Hûsî hene ku piştgiriyê ji Îranê digre.

Li gorî NY 227 hezar kes ji ber nebûna avê, birçîbûn û nexweşiyê, bi giştî 377 hezar kes di şerê Yemenê de mirine.

Rewşa heyî ya li Yemenê weke krîza herî giran a mirovî ya li cîhanê tê pênasekirin.

Back to top button