Emmanuel Macron li Parîsê ji hilbijêrên xwe re axivî

Li Fransa dema hilbijartinên serokomariyê nêz bûye. Serokomar Emmanuel Macron ku beriya hilbijartinên serokomariyê ku tûra yekem a wê di 10’ê Nîsanê de pêk were, li paytext Parîsê mitîngek li dar xist.

Di mîtînga ku li qada La Defence Arena ya li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin de, nêzî 30 hezar kes beşdar bûn.

Macron li mitîngê 2 saet û 10 deqîqeyan axivî.

Di armanca êrişên Macron de, namzeta serokomariyê ya rastgira tund Marîne Le Pen û namzetê çepê tund Jean Luc Melenchon hebû.

Serokomarê Fransa, Le Pen û Melenchon bi derewkirinê tewambar kir û got:

Tişa dikarim ji were bêjim, em ê hîn zêdetir bixebitin.

Macron di mîtîngê de ji bo mamoste û hemşîreyan jî banga çepikan kir.

Di anketên ku ji bo hilbijartinên serokomariyê yên li welêt hatin kirin de, tê xuyakirin ku Macron û Le Pen wê derbasî tûra duyemîn a hilbijartinê bibin.

Tura duyemîn jî di 24’ê Nîsanê di navbera herdû namzetên herî zêde deng standî de pêk tê.

Back to top button