31 partî û rêxistinên jinan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Têkildarî tecrîda giran ya li Îmraliyê û azadiya Rêber Apo 31 partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên ji hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê daxuyaniyek hevbeş dan.  Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku bi azadiya rêber Apo re, wê pirsgirêka kurd çareser bibe û aştî û aramî belav bibe.

Rêber Abdullah Ocalan ev 23’ê salin di girtîgeha yek kesî ya Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye.

Ev salek jî ji Rêber Apo ti agahî nehatiye girtin.

Ji ber vê yekê, gelê Kurd û Hêzên demokrasiyê der barê rewşa Rêber Apo de bi fikar in.

Der barê mijarê, îro 31 partî û rêxistinên jinan ên ji hemû pêkahteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek hevbeş dan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Têkiliyan û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişloyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, hêzên komploger ji bo lawazkirina vîna gelê kurd hedefgirtina Rojhilata Navîn komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku têkoşîna Rêbera Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tekoşîneke rewa ye û doza gelê kurd û gelê Rojhilata Navîn temsîl dike.

Partî û rêxistinan di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin azadiya rêber Abdullah Ocalan bi çareserkirina pirsgirêka kurd, pêkanîna aştî û aramiyê li Tirkiyê û herêmê girînge û banga azadiya Rêber Apo kirin.

Her wiha bang li gel û partiyên bakur û rojhilatê Sûriyê jî hat kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.

Partiya Çepgir a kurd li Sûriyê,
Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê,
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê,
Tevgera Guhertin a Sûriyê,
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê,
Partiya Kesek a Demokratîk,
Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê,
Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê,
Partiya Nûjkirin a Kurdistanê,
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PARTÎ),
Partiya Wîfaq a Demokrat a kurd li Sûriyê,
Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê,
Partiya Biratî ya Kurdistanê
Partî Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê,
Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê,
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD),
Partiya Sûriya Pêşerojê,
Partiya Yekitiya Suryan,
Partiya Demokrat a Pêşverû,
Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê,
Partiya Têkoşîna Demokratîk
Partiya Komarê ya Kurdistanê.
Partiya Lîberal a Kurdistanê,
Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Azad,
Partiya Nûjen û Demokratiyê ya Sûriyê,
Partiya Komunîst a Kurdistanê,
Desteya Nîştimanî ya Erebî,
Partiya Muhafizkeran,
Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurdistanê,
Kongre Star.

Back to top button