11 WELATÊN EWROPAYÊ JI BO DARIZANDINA DAIŞ’IYAN CIVIYAN

Pisporên ji 11 welatên Ewropayê, bi armanca darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî girît ne li paytexta Swêd Stockholmê civînek lidarxistin.
Wezîrê Karê Hundir ê Sêwdê diyar kir ku Swêd ji bo darezandina DAIŞ’yan bi rêbazekî hiqûqî werin darezandin di nava hewldanan de ne.

Mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê ketiye rojeva welatên derve.

Ji bo darizandina Çeteyên DAIŞ’ê duh Civînek li bajarê Stockholma Swêdê pêk hat.

Pisporên ji 11 welatên Norwec, Fînlanda, Danîmarka , Avûstûrya, Almanya , Fransa, Belçîka, Holanda, Swêd, Îngilîstanê, rêveberên ji Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî tevlî civînê bûn.

Di civînê de Wezîrê Karê Hundir ê Sêwdê.

Mîkael Damberg ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku DAIŞ’iyên li Iraq û Sûrî zulmek mezin kirin û got:

Ji bo sûcdar bên dadgehkirin li gelek welatan gotûbêj didomin.

Piştre jî gelek welat di asta netewî û navneteweyî de ewlekariyên li dijî terorê di ber çavan re derbas dikin.

Swêd ji bo darezandina kesên tevlî DAIŞ’ê bûne di dadgeha navneteweyî de û bi pêkhatineke mekanîzmayeke hiqûqî, di nava hewldanan de ne.

Damberg diyar kir ew ê roja Înê bi wezîrên karên navxweyî yên welatan re li Lûxembûrgê bicive û rewşê binirxînin.

Hollanda jî wê di civîna meha Îlonê ya Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî li New Yorkê de konferansa ku dadgeha navnetewî gotûbêj bike dê pêşniyar bike.

Li Swêdê hemû partiyên ku di nava wan de Partiya Çepgir jî heye dixwazin endamên DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn di dadgeheke navnetewî de werin darizandin.

Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Lîberal û Berpirsa Polîtikaya Derve Fredrîk Malm jî axivî û got:

“Daxwaza rêveberiya xweser a Rojava ya şandina endamên DAIŞ’ê yên ji welatên ku hatine bi fêhmdarî pêşwazî dikin.

Ez difikirim ku ya herî bi aqil ev kes derkevin pêşberî darazê û bên cezakirin.

Li aliyê din zarokên DAIŞ’iyan jî pirsgirêke.

Divê zarokên ku dayik û bavê wan nînin ên hemwelatiyên Swedê bînin vir û li gel malbtên parastinê bicih bikin.

Fredrîk Malm destnîşan kir ku DAIŞ’iyên ku ji Sûriye û Iraqê vegeriyan Swedê ji bo civakê gefeke mezin ava dikin , wê Polîsên Ewlehiya Swedê van kesan bişopînin.

Tê texmînkirin ku nêzî 50 welatiyên Siwêdê yên DAIŞ’î di destê şevanên QSD’ê de ye.

Leave a Reply

Back to top button