Bi serkêşiya Ehmed Sorcan ku wekî endamê AKP’ê û parlementerê dewleta Tirk tê nasîn şandeyeke Tirk serdana Serêkaniyê ya dagirkirî kir.. Komîteya Koçberên Herêma Serêkaniyê serdanên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî re, bi taybet Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî şermezar kirin.
Komîteyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Ev serdan di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk a dagirkirina herêman pêk tê..
Ew herêmên dagirkirî di bin qeyrana dewleta Tirk de tê şewtandin.
weke kiryarên DAIŞ’ê lê tên meşandin..
Dewleta Tirk di serî de dixwaze wan erdinîgariya herêmên dagirkirî têxe bin erdinîgariya Tirkiyê û wan herêman ji xelkên wê vala bike.
Ev jî li pêşiya çavên civaka navnetewî pêk tê..”
Komîteya Koçberên Serêkaniyê careke din tekez kir ku ew van kiryarên dermirovahî bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku helwesteke navnetewî were nîşandan..