Vê êvarê bombeyek li taxa Qidorbeg a Qamişlo teqiya, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Îro, seat 6’ê êvarê, bombeyek li nêzî kolana giştî ya taxa Qidorbegê ya Qamişloyê teqiya..
Welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.
Kesê jiyana xwe ji dest dayî, Mistefa Mecol Derwîş e û Elî Ehmed û Bîlal Derwîş jî birîndar bûne..
Piştî teqînê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin…