Meclisa îştar a Mexmûrê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Meclîsa Îştar a Mexmûrê, li Parka 4’ê Nîsanê bi bernameyek taybet rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û di pîrozbahiyê de soza azadkirina fîzîkî ya Rêber Ocalan hate dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêber Apo çalakiyek hat li darxistin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz di çalakiyê de axivî ..

Çîçek Cengîz diyar kir ku sala were wê bi Rêber Apo re 4’ê Nîsanê pîrozbikin û wiha got:

“Em di destpêkê de 73. rojbûna Rêber Apo li mîmarê azadiyê, tevayî gerîlayên li serê çiyan û gelê xwe pîrozdikin.

Di roja rojbûna Rêber Apo de divê em hemû jin li vê rojê xwedî derbikevin û erk û berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Apo hat pêşandan..

Back to top button