MALBATA RÊBER OCALAN Û YA GIRTIYÊN DIN BERÊ XWE DAN ÎMRALIYÊ

Bi boneya cejna Remezanê malbata Rêber Ocalan û her sê girtiyên li Îmraliyê berê xwe dan Îmraliyê.

Birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina Cejna Remezanê biçe Îmarliyê, bi navbeynkariya parêzerên xwe roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû.

Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî, ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn.

Malbatan li ser bersiva erênî ya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, di saetên serê sibê de çûn Qereqola Cendirmayan a Gem-lîkê.

Malbat, piştî kar û barên li qereqolê, ber bi Îmraliyê ve ketin rê.

Herî dawî Mehmet Ocalan di 12’ê Çile de, li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya serdsalê, di encama çalakiyên greva birçîbûn û rojiya mirinê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêk hatin, piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê de çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn.

Leave a Reply

Back to top button