Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyên girseyî rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin

Îro li seranserî Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî rojbûna Rêber Apo bi şahiyan hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku hatin lidarxistine de daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.

Îro li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojbûna Rêber Ocalan bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Bi sedan şêniyê bajarê kobanê li gundê Elpelûr bi şahiyekê rojbûna 73’yan a rêber Ocalan pîroz kir

Her wiha şêniyên bajarê Qamişlo li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ji bo 4’ê Nîsanê pîrozbahî li darxist.

Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD bi heman boneyê 170 şitil li Baxçeyê Rêbertî yê navçeya Amûdê çandin.

Saziya Malbatên Şehîdan bi hevkariya fermandariya QSD’ê ya herêma Cizîrê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Kongra Îslama Demokratîk jî bi vê boneyê 120 darên zeytûnan û senober li qada akademiyê çandin.

Komîteya Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk jî li kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê akademiyek bi navê Akademiya Şehîd Ebûd Mihemed vekir.

Li gundê Jinwar ê navçeya Dirbêsiyê jî bi heman boneyê 100 şitil hatin çandin.

Şêniyên navçeya Şedadê jî bi boneya rojbûna Rêber Apo navenda Hêzên Parastina Civakî-HPC vekir û dar li gulîstana navçeyê çandin.

Her wiha Rêverebriya Sivîl ya Tebqayê bi boneya rojbûna Rêber Apo gulîstanek bi navê 4’ê Nîsanê vekir.

Li Şehbayê ji bi heman boneyê dar hatin çandin û şahiyek lidarxistin.

Back to top button