Li ser daxwaza hikûmeta Emerîkayê, 2 jin û 6 zarokên Emerîkî ber bi welatê wan ve hatin şandin. Şandina van jin û zarokan li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê pêk hat.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 jinên Emerîkî û 6 zarok radestî nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kirin.
Berdevkê Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser Kemal Akif di vê derbarê de daxuyaniyek nisvîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji ber naskirina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgez û hevpeymanên navdewletî yên der barê mafên mirovan de û li ser daxwazeke azad û bi dilxwazî dûrî zorê û fişaran, 2 jin û 6 zarok ber bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka ve hatin şandin.”