Rûniştina dawî ya doza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê pêk hat.

31’ê Adara 2022’an li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê rûniştina dawî ya doza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê pêk hat. Tekildarî dozê Parêzerên PKK’ê anîn ziman ku Dîwana Edaletê ya Ewropayê di nava 7 mehan de wê biryarê bide.

Cara ewil dewleta Elman 26’ê Mijdara 1993’an PKK li welatê xwe qedexe kir û li pêy wê re DYE û YE jî tevgera azadiyê xistin lîsteya ‘rêxistinên teror de’

Têkoşîna ku ji bo derxistina PKK’ê ya ji van lîsteyan bi salan tê meşandin, ji sala 2014’an û pê ve veguherî têkoşîna hiqûq û edaletê.

Ji rêveberên PKK’ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan 1’ê Gulana 2014’an bi rêya parêzerên xwe yên Hollandî li dijî Yekîtiya Ewropayê dozek dan destpêkirin.

Rûniştina ‘dawî’ ya vê dozê 31’ê Adara 2022’an li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê pêk hat.

Ji parêzerên PKK’ê Tamara Brûma û Marîeke Van Eîk li ser bûyerên ji niha û pê ve di dozê de biqewimin ji ANF’ê re axivîn.

Parêzer Brûma diyar kir ku dadgeh gelekî bi biryarê re eleqedar bû û got,

“Dadgeh li ser rewşa taybet a diyarkirina çarenûsa xwe û rê û rêbazên nirxandina PKK’ê bi taybetî rawestiya.

Ji ber vê yekê pirsên dadgehê bi rengekî erênî ez matmayî hişt.”

Parêzer Tamara Brûma anî ziman Dîwana Edaletê ya Ewropayê dikare di nava 7 mehan de biryara xwe eşkere bike.

Herwiha Parêzer Tamara Brûma derbare li ser rêveçûna dozê jî axivî û wiha got,

“Li bendê me ku biryareke gelekî berfireh werbigire û piştre jî ji bo doza 3’emîn a sala 2021’ê destpê kir, ev doz pêşengiyê dike.

Li ser sedema hiştina PKK’ê di lîsteyê de wê detayên herî biçûk jî eşkere bikin, lewma li bendê me ku biryara herî girîng di vê dozê de bê dayin.”

Parêzer Tamara Brûma diyar kir ku Komîsyona Ewropa û Konseya Ewropa biryarên dadgehê yên salên 2018-2019’an li ber çavan negirtin û bi argumanên salên berê bi rengê kopykirinê PKK di lîsteyê de hiştin.

Parêzer Marîeke van Eîk jî ew mijar nirxand ku Konseya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê neçar e ku biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi cih bînin yan na û got,

“Ya rast dadgehê bi xwe ev pirs li konseyê kir û konseyê diyar kir ku ya divê ew bikin tiştekî cuda ye, yan jî ji dadgeheke hîn bilindtir agahiyên girîng werbigire.”

Back to top button