Pêngava paqijiyê ya ku TEV-DEM’ê daye destpêkirin, li navçeya Tirpbespiyê dewam kir.
Di bin dirûşmeya “Paqijiya bajêr ji paqijiya civakê ye” Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di 28’ê Adarê de dest bi hemleya paqijiyê kir.
Pêngava Paqijiyê ji Qamişlo dest pê kir û li Hesekê dewam kir.
Bi dehan endamên TEV-DEM’ê û endamên komîn û meclisan beşdarî pêngavê bûne.
Îro Pêngava Paqijiyê bi beşdariya şêniyan li navçeya Tirbespiyê dewam kir.
Tê payîn ku Pêngava Paqijiyê mehekê bidome.