Ciwanên Kurd ji bo Rêber Ocalan li ber avahiya CPT’ê çalakî kirin

Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Ocalan ciwanên Kurd li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) çalakiyek li dar xistin.

Ciwanên Kurd li bajarê Strasboûrg a Fransayê li ber avahiya CPT’yê tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan protesto kirin.

Ciwanan posterê Rêber Ocalan hildan û bêdengiya CPT’ê protesto kirin û daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin.

Li vir ciwanan daxuyaniyek da Rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Ciwanan bang li CPT kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Polîsan bi hesinbir, cop û gaza bi îsot êrîşî ciwanan kirin. Di encama êrîşê de çalakvanek hat binçavkirin.

Ciwanan wêneyên Rêber Apo li kolanên Strasboûrgê meşa xwe berdewam kir.

Back to top button