Dagirkeran navenda navçeya Zirganê û gundê Esediyê bombebaran kir

Artêşa irk a dagirker navçeya Zirganê bombebaran kir. Di êrişê de gelek kes birîndar bûn.

Êriş di saetên êvarê de pêk hat.

Hat ragihandin êriş bi balafireke bê mirov ya bi çek li dijî Navenda Hêzên Ewlekariya Hindurîn hat kirin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Zirganê û gundê Esediyê yê li bakurê navçeyê jî bi moşek û obusan topbaran kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî derbarê êrişa li ser Zirganê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, çend sivîl û 3 endamên me birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin gihiştin welatiyan.

Nivîsgeha Enerjiyê: Dewleta Tirk stasyona kehrebeyê topbaran dike

Nivîsgeha Enerjî û Pêwendiyê ya Herêma Cizîrê derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê û torên wê Til Temir û deverên sînor ên li beramberî herêmên dagirkirî topbaran dike.

Nivîsgehê destnîşan kir ku dewleta Tirk avê wekî çekeke stratejîk bi kar tîne û got, ji roja şemiya borî ve rêjeya ava çemê Firatê ku dighêje bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm kiriye.

Back to top button