1500 MALBATÊN FILISTÎNÎ JI ALIYÊ DAGIRKERIYA TIRK VE LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN

Guhertina demografîk li Efrînê bi awayekî bê navber dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyên xwe ji hemû deveran kom kirin û li Efrînê bi cih kirin. Armanca sereke ji vê yekê, valakirina Efrînê ji şêniyên wê yên resen e.
Di nava pilana guhertinê de, bi sedan malbatên Filistînî jî li herêmê hatin bicihkirin.

Xweza tê şewitandin û talankirin, demografiya herêmê tê gohertin.

Ev kirinên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li Efrînê ye.

Polîtîkayên herî dayî yên dewleta tirk li ser Efrînê bicihkirina malbatên Filistînî ne.

Hejmara malbatên Filistînî yên li Efrînê bi cih bûne 1500 e.

Ev malbat ji gundewarên Şamê, bi taybetî campa Yermûk û taxa Hecer El-Eswed hatine.

Piraniya Filistîniyên niha li Efrînê ne, belgeyên wan ên fermî nîn in.

Ew malbat ji aliyê Navenda Belgekirina Penaberên Filistînî ve hatin bicihkirin.

Ev navend girêdayî Hikûmeta Sûrî ya Demkî ye ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin.

Ji bo rewakirina rewşa wan, dagirkeriya Tirk dest bi derxistina nasnameyan ji wan re kir.

Her wiha revandin û talankirin jî dewam dike.

Li Kîmarê şêniyê bi navê Tahir Cimo Şahîn beriya 10 rojan hatiye revandin.

Piştî revandinê jî, çeteyan mal û milkên wî dizîn û talan kirin.

 

Ev hemû li aliyekê li aliyekî din j dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê goristanên li herêmê jî tehemûl nakin.

Li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê, çeteyan agir bi goristana gund xistin.

Çavkaniyên ji gund ragihandin ku çeteyan despêkê dest bi rûxandinê kirin, piştre jî agi pê xistin.

Leave a Reply

Back to top button