Ji cîhanê peyamên 4’ê Nîsanê: FreeÖcalan

Kesayetên di Cîhanê de navdar bi peyamên cuda rojbûna Rêber Apo pîroz kirin. Her wiha kesayetan bal kişandin ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin. 

Ji kesayetên naskirî yên cîhanê jî bangên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind dibin.

Partî, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên ji deverên cuda yên cîhanê, li ser medya dîjîtal peyam bi par ve kirin.

Kesayetan rojbûna Rêberê Apo pîroz kirin û işaret bi girîngiya azadiya wî kirin.

Di vê der barê de Yekîtiya Gel a Katalanyayê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek bi parve kir.

Yekîtiyê di peyama xwe de destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd û mafên mirovan wê bi ser bikeve.

Massimiliano Smeriglio rojbûna Rêber pîroz kir

Nûnerê Parlamentoya Ewropayê Massimiliano Smeriglio jî li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyam da.

Smeriglio rojbûna Rêber Apo pîroz kir û daxwaza azdiya fîzîkî ya Rêbertî kir.

Giuliano Granato: Divê tecrîd bi dawî bibe

Berdevkê Neteweyî yê Desthilatdariya Gel a li Îtalyayê Giuliano Granato jî der barê mijarê de ev peyam da:

“Beriya her tiştî divê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan were kirin û tecrîda li ser bi dawî bibe.”

Amedeo Ciaccheri: Ocalan ramangerê herî mezin ê vê serdemê ye

Şaredarê Herêma 8’an a Romayê Amedeo Ciaccheri jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û ev tişt got: “Ebdullah Ocalan yek ji ramangerên herî mezin ê serdema me ye.”

Gainluca Costantini wêneyê Rêber Apo ê ku wî çêkiriye belav kir

Parêzvanê mafên mirovan ê Îtalî Gainluca Costantini jî wêneyê Rêber Apo ê ku bi xwe çêkiriye bi parve kir.

Sosyalîstên reş li Amerîka daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Sosyalîstên Reş li Amerîkayê jî li ser twitterê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Pernando Barrena: Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe

Herî dawî jî endamê Parlamentoya Ewropayê Pernando Barrena jî der barê mijarê de ev peyam da:

“Bi boneya rojbûna lîderê Kurdan Abdullah Ocalan em dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe û ew azad bibe.”

Back to top button