Hizba Zahmetkêşan: Kilîta çareseriyê Rêber Ocelan e

Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî da hewldanên ji bo azadiya Rêber Apo. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Kilîta çareseriya herêmê, Rêber Ocalan e.” 

Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê der barê kampanyaya azadiyê ya ji bo Rêber Apo, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:

“Em Hizba Zehmetkêşan piştgiriya hemû hewldanên ji bo azadiya Rêber Apo dikin.

Çewisandina netewî, li ti cihî li cîhanê bi girtin, şer û têkbirinê bi dawî nabe.

Em dibêjin çareseriya ji bo doza Kurd a li Tirkiyê, guftûgo ye.”

Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê dawiyê da zanîn ku kilîta çareseriyê, projeya aştiyê ya Rêber Apo e.

Back to top button