Zelensky: Wê demek were ku her welatiyek Rûs rastiyê bizanibe

Di demekê ku hêzên Ûkrayna beşek ji herêmên li bakurê Kîevê ji kontrola Rûsyayê derxist de, komkujiyên pêk hatîn eşkere bû. Dimenên li naverasta bajarê Buça û gorên komî cîhan rakiriye ser lingan. Serokomarê Ûkrayna Zelensky serdana herêmên bakurê Kîevê kir û got: Wê demek were her hemwelatiyek Rûs wê tevahiya rastiyan bizanibe. Seroka Komisyona YE Leyen jî ji bo hevdîtina li gel Zelensky berê xwe dide Kîevê.

Komkujiya li bajarê Buça yê herêma bakurê paytexta Ûkrayna Kîevê, cîhan rakiriye ser piyan.

Li herêmên bakurê Kîevê yên şer rûdayîn, wêraniyek zêde xuya dike.

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky doh serdana van herêman kir.

Volodymyr Zelensky di dema serdana xwe de li cihên hatine wêran kirin geriya û derbarê rewşê de agahî wergirt.

Zelensky piştre ji rojnamevnan re axivî û wiha got:

Li welatê min sivîl hatine revandin, êşkencekirin û kuştin.

Wê dem were ku her welatiyekî Rûs bi tevahî rastiyê bizane ku kê sûcê şer kiriye.

Serokomarê Ûkrayna bal kişand ser wê yekê ku ew ê diyar bikin ka kê komkujî li welêt kiriye û ew ê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin û ev tişt anî ziman:

Gelek delîl li ber destên wan hene ku leşkerên Rûsyayê bajarên aram wêran dikin.

Zelensky da xuyakirin ku ew ê bi sedan rojnamevanên ji çar aliyên cîhanê bînin û ji bo rewşa li Bucha û bajarên din ên rizgarkirî yên Ûkraynayê bibînin.

Serokoa Konseya YE Leyen ji bo hevdîtina gel zelenksy diçe kîevê

Di vê navberê de, bi belavbûna dimenên komkujiya li bajarê Buça, piştevaniyên bo Ûkrayna zêde dibin.

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen, ji bo hevdîtina li gel Zelensky wê di nava hefteyê de serdana Kîevê bike.

Back to top button