Silêman Cafer: Avakirina dîwar dewama peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê ye

Hevserokê Meclisa Qanûsaz a herêma Efrîn Silêman Cafer û Yekitiya Jinên Êzidî jî nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar ya di navbera Rojava û Şengalê de dan. Lêkirina dîwar hat şermezarkirin û hat gotin lêkirina dîwar berdewamiya plana qirkirina Êzidiyan e.

Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê jî nerazîbûnê nîşanî lêkirina dîwar ya di navbera Rojava û Şengalê de didin.

Hevserokê Meclisa Qanûsaz a herêma Efrîn Silêman Cafer derbarê mijarê de ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re axivî.

Silêman Cafer di destpêka axaftina xwe de îşaret bi êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê kir ku bi berxwedana şervanên YPG, YPJ û Gerîla têk çûn.

Cafer da zanîn piştî ku Şengalê ji bandorên êrişa 2014’an rizgar bû, di 9`ê Cotmeha 2020`an de PDK`ê bi hikûmeta Iraqê re peymanek li dijî Şengalê îmze kir û got,

“Armanc jê jî Şengalê tengav bikin û destkeftiyên wê têkbibin.”

Cafer diyar kir ku ev plana wan jî bi serneket, ji bo wê dest bi avakirina dîwarekî di navbera Şengal û Rojavayî Kurdistanê de kirin û got:

“Artêşa Iraqê gelek caran hewl da ku aramiya herêmê têk bibe, lê Şengliyan rê nedan vê yekê.

Dewleta Tirk bi alîkariya gelek aliyan û PDK`ê hewl dide ku Rojava dorpêç bike.

Dewleta Tirk ferman da PDK’ê û hikûmta Iraqê ku dîwar di navbera Şengal û Rojava de lê bike da ku wan ji hev qut bike.”

Yekîtiya Jinên Êzidî ya Heleb: Armanca lêkirina dîwar şikanadina vîna Êzidiyan e

Têkildarî mijarê Yekîtiya Jinên Êzidî ya Helebê jî daxuyaniyek da.

Yekitiyê diyar kir ku armanca lêkirina dîwar, şikandina vîna Êzidiyan û têkbirina destkeftiyên wan e.

Yekîtiya Jinên Êzidî da zanîn ku wê li dijî plan û êrişan Êzidî li berxwe didin û bang li hemû rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku deswerdanê bikin û lêkirina dîwar rawestînin.

Back to top button