Yemen..Muniher: Ji bo derketina ji krîza heyî em li kêleka Yemeniyanin

Konseya Hevkariya Kendavê dixwaze ji bo Yemenê çareseriyeke mayînde bibine. Di civîna ku li Riyadê de tê lidarixstin de, armanca sereke dawî anîna krîzê ye. Balyozê Konseyê yê li Yemenê El Muniher got, Ji bo derketina ji Krîza heyî emê li kêleka Yemeniyan bin.

Balyozê Konseya Hevkariya Kendavê li Yemenê Serhan El Muniher diyar kir ku di dawiya roja 6. a şêwirên Yemenê de ku li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hat lidarxistin de, di hemû mijaran de pêşketinên girîng hatin bidestxistin.

Serhan El Muniher di kongirekî rojnamevanî ya duh li dar xist de, diyar kir ku gotûbêj li gor bernameya ji berê diyarkirî bi rê ve diçin û bi nûnerên wan mijarên ku di bernameya şêwrê ya hikûmeta Yemenê de hatine behskirin re hevdîtin pêk anîn.

Muniher diyar kir ku di hevdîtinê de li ser siyaset, ewlekarî û aborî ku ji bo Yemenê ji mijarên herî girîng in û dê welêt bixe ser rêyeke ewle û bi îstîqrar gotûbêj kirin.

Muniher bal kişand ser wê yekê ku ji bo derketina ji qeyrana heyî wê li kêleka Yemeniyan raweste û got, “Hevdîtin wê di roja diyarkirî de biqede.”

Balyozê Konseya Hevkariya Kendavê yê Yemenê di dewamiya daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de ev tişt anî ziman:

“Yemen razî nebûye û napejirîne ku li derveyî sîstema wan ku beşek yekta û dirêjkirina xwezayî ya Nîvgirava Erebî ye, bimîne. Di biryardariya xurtkirina saziyên dewletê de, şêwireke xurt heye. Yemenî hê negihiştine çareseriyekê, hê jî hin astengî û pirsgirêk hene. Hikûmet îro bi şêwirmendan re hevdîtin kir û li ser van mijaran nîqaş kirin.”

Kesên beşdarî şêwirê bûne, di warê siyasî, leşker, ewlehî û aborînasî de pêşketinên girîng pêk anîne.

Di encamê de herî kêm 14 leşkerên Sûdanî hatin kuştin.

Ji sala 2015’an ve li Yemenê bi destwerdana Koalîsyonma Erebî û Îranê şerê navxweyî dewam dike.

Back to top button