
Li Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Xweparastinê Dirar El-Cuma ku çend roj berê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû li Goristana Şehîd Dilşêr hat oxir kirin.
Şehîd Dirar El-Cuma di encma êrişa balafirek bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li ser riya M4 şehîd bû.
Îro şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîd Dirar El-Cuma li Goristana Şehîd Dilşêr bi merasîmekê oxir kirin.
Di merasima oxirkirinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Nûredîn Şakir axivî û da zanîn ku bi hevgirtin û yekîtiya gelê herêmê ew ê hemû planê dagirkeriya Tirk têk bibin.
Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD Mihemed Zêdan jî di merasimê de axivî û soza şopandina riya şehîdan da.
Piştre wesîqeya şehadetê hat xwendin û diyarî malbata şehîd hatkirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûman hate oxikirin.