DI 3.SALVEGERA ŞEHADETA FEYSEL EBÛ LEYLA DE LI MINBICÊ HATE BIBÎRANÎN

Îro salvegera şehadeta Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî yê Minbicê Şehîd Faysel Ebû Leyla ye. Bi vê boneyê şêniyên Minbic û Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Goristana Şehîdan kom bûn û cangoriyên azadiyê bibîr anîn.

Fermendar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevî zarok û hevsera şehîd Fêsel Ebû Leyla tevlî merasîma bîranînê bûn.

Despêkê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve pêk hat.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya hevalên wan re xwest.

Şervan Derwîş diyar kir ku Ebû Leyla mohra xwe ya pîroz di rûpelên dîroka şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê danî û got;

Ji ber Ebû Leyla yek ji avakerên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû.

Derwîş soza xwe ji Ebû Leyla û tevahiya şehîdên azadiyê, ji bo parastina welat, avakirina welatek azad ku ewlehî û aştî tê de serwer be nû kir.

Merasîm bi gotina sloganan bi dawî bû.

Di dema pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de 5’ê Hizêrana 2016’an Feysel Ebû Leyla şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button