Lîbya..Li Trablusê di nava komên çekdar de şer derket

Li nava paytexta Lîbya Trablusê careke din dengê çekan bilind bû. Di navbera Koma Piştgiriya Îstîqrarê ya hikûmetê û koma çekdarên Navasî de pevçûn derket.

Di agahiya ku rojnameya Marsad a Lîbyayê ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşandî de, hat diyarkirin ku li El-Sarima ku yek ji kolanên qelebalix ên Trablusê ye şer derket.

Di encamê de ji herdu aliyan 3 kes hatin kuştin.

Rayedarên fermî heta niha der barê sedema şer de daxuyanî nedane.

Piştî ku hilbijartinên 24’ê Kanûnê li Lîbyayê nehatin kiri, Meclisa Nûneran a Tobrukê di rûniştina 10’ê Sibatê de, Fethî Başaga wek serokwezîrê hikumeta demkî hilbijartibû.

Meclîsê di 1’ê Adarê de dengê pêbaweriyê dabû hikûmeta Başaga.

Serokwezîrê hikumeta demkî yê berê Ebdulhemîd Dîbeybe, Meclisa Nûneran bi dûrketina ji nexşerêya ku di peymana Cenevê de hatiye diyarkirin sûcdar kir û got;

Ew li ser erka xwe ye û wê erkê tenê radestî hikûmeteke hilbijartî bike.

Fethî Başaga ku diyar kir ew bi biryar in ku li paytext Trablusê hikûmetê ava bikin, hê jî wezîfeya serokwezîrtiyê negirtiye ser milê xwe.

Back to top button