Nirxandinên rapora IPCC a a NY a dawî hat weşandin

Hêrsa qezencek zêde ya welatên cîhanê, cîhanê ji hev dixe. Guherîna avhewa û germahiya zêde bi xwere ji bo gelek welatan wêraniyê tîne. Nirxandinên dawî yên rapora IPCC a NY hate weşandin. Sekreterê giştî yê NY Gutteres jî got; Tiştê tê gotin û tê kirin ji hev pir cuda ne.

Beşa dawî ya 6’emîn Rapora Nirxandinê ya ku di nava 3 komên xebatê yên Panela Guhertina Avhewayê ya Navdewletî (IPCC) ya di nava Neteweyên Yekbûyî (NY) de pêk tê, hat weşandin.

Rapora bi navê Kêmkirina Guhertina Avhewayê ku balê dikişîne ser ka hikûmet û gel çawa dikarin bandorên herî xirab ên krîza avhewayê bihêlin, duh ji hêla 195 welatên endam ve hate pejirandin.

Encamên raporê destnîşan dikin ku emîsyonên gazên serayê yên gerdûnî divê di sê salên pêş de bigihîje lûtkeyê û piştr jî ger em dixwazin ji bandora krîzê xelas bibin divê bilez dakeve.

Di raporê de tê gotin, ger em bigihîjin nuqteyek wiha jî, wê heta 2050’an hewceyê teknolojiya ku karbonê ji atmosferê derxîne pêwist dike.

Rapora ku bi baldarî ji hêla zanyar û karbidestên hukûmetê ve hatî lêkolîn kirin û wê rêberiya cîhanê bike ku pêşî li paşerojek pir xeternak bigire gelek xalan li xwe digre.

Di raporê de tê eşkerekirin ku ger tevahî pilanên ji aliyê hikumetan ve hatine amadekirin niha jî bikevin meryetê wê cîhan heta dawiya vê sedsalê bi qasî 3,2 pileyî germ bibe.

Guterres: Tiştê ku tê gotin û tê kirin ji hev cuda ye

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres doh di civîneke çapemeniyê de axivî û got: “Cûdahiyek mezin di navbera tiştên ku hin hikûmet û şirketên mezin dibêjin û ya ku dikin de heye. Bi eşkereyî, derewan dikin û encamên wê dê giran bin. ”

Lêkolîner dibêjin ku bilindbûna germahiya hewayê heta van astê wê bibe sedema “pêlên germê yên bêmînak, bahoza xedar û kêmbûna avê ya berbelav” li cîhanê.

Hişkesalî wê gelek welatên mîna Bangladeşê bandor dike.

Bi gotineke din, ji bo ku em germahiyê di 1,5 pileya de bisînor bibin, pêwiste di nava 10 salan de em ti carî ji gaza karbondîoksîtê ya belav kirî zêdetir nehilberînin.

Back to top button