Rûniştina Doza Kobanê li girtîgeha Enqereyê dewam kir

Rûniştina 11’emîn ya Doza Kobanê di roja şeşan de li Girtîgeha Sîncana Enqereyê dewam kir. Heyeta dadgehe destûr neda parêzer biaxivin. Di rûniştinê de siyasetmedarên girtî axivîn û dan zanîn doz li ser daxwaza Qesra Erdogan tê berdewam kirin û nerazîbûn nîşanî dadgehê dan.

Rûniştina 11’emîn a Doza Kobanê di roja şeşemîn de li Girtîgeha Sîncana Enqereyê dewam kir.

Hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê jî di nav de, bi giştî 22 jê girtî 108 kes ji dozê tên darizandin.

Parlamenterên HDP, CHP’ê û parêzvanên mafê mirovan, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer dozê dişopînin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana rûniştinê û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya pergala deng û dîmen tevli rûniştinê bûn

Şahidê dozê Kerem Gokalp di dorpêça polîsan de anîn dadgehê û hin parlamenterên AKP’ê jî tevli rûniştinê bûn.

Dadgeriya Tirk destûr neda parêzer biaxivin

Parêzeran xwest biaxivin lê serokê dadgehê destûr neda.

Derbarê parêzerên ku bertek nîşanî serokê dadgehê dan girtek hat girtin.

Parêzeran gotin, di Roja Parastinê ya Cîhanê de wê wiha parastinê bikin û helwesta dadger rexne kirin.

Tevî îtirazên parêzeran jî serokê dadgehê xwest îfadeyên îtîrafkar Kerem Gokalp bigire.

Di rûniştinê de Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel axivî û dest pê kê roja hemû parêzeran pîroz kir.

Fgen Yuksekdag: Dadgeh vê dozê li ser daxwaza qesra Erdogan didomîne

Sebahat Tuncel destnîşan kir ku serokê dadgehê dixwaze civakek xwepêşandanî biafirîne û ew ê qet neyên lîstikên dadgehê.

Sebahat Tuncel anî ziman, dadgeha Tirk di şexsê siyasetmedaran de gelê kurd û dostên wan didarizîne

Di rûniştinê de Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî, mafê axaftinê girt û axivî.

Demîrtaş, bal kişand ser têkiliya di navbera MHP’ê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û serokê berê yê dadgeha Doza Kobanê Bahtiyar Çolak û daxwaz kir ku Çolak weke şahid bê guhdarkirin û jê pirsîn ku bi kê re hevdîtin kiriye.

Piştî Demîrtaş Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî axivî û got:

“Hûn nikarin vê dozê weke ku desthilata siyasî, Bahçelî û kesên li Qesrê dixwazin bidomînin.”

Back to top button