Ji bo Aysel Tûglûk û girtiyên din bang hat kirin

Malbatên girtiyan li pêş girtîgeha Amedê û li bajarê Îzmirê îro jî çalakî kirin. Her wiha ji 54 welatan bi hezaran jinan jî ji bo Aysel Tûglûk bang kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbatên girtiyan ku li Amedê dest pê kiribûn di roja 141’an de jî berdewam kir.

Malbatên girtiyan îro jî li ber girtîgeha Amedê çalakî li dar xistin.

Malabatan diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û banga hestyariyê hate kirin û hat gotin,

Rojekî edalet dê ji bo her kesekî lazim bibe.”

Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê jî di roja 38’an de çalakiya xwe berdewam kirin.

Di çalakiya îro de jî bang li her kesî hat kirin ku piştgiriyê bidin malbatan û dengê wan bidin bihîstin.”

Her wiha ji bo Aysel Tugluk jî ku rewşa wê giran e koma bi navê “Ji bo Aysel Tûglûk 1000 Jin” bang li baroyan kir ku bikevin nava tevgerê.

Di peyamê de hat gotin: “Weke 6 hezar jinên ji 54 welatên cuda, em dixwazin bi bîra parêzer û baroyên ku Roja Parêzeran pîroz dikin bînin ku mafê jiyanê yê Aysel Tugluk tê binpêkirin.

Banga me ji bo baroyan ew e ku bo berdana Ayselê bikevin nava liv û tevgerê.”

Back to top button