
Balefirên artêşa tirk a dagirker careke din xaka başûrê kurdistanê bombebaran kir.
Balefiran vê carê raste rast sivîlên ku didîtin kirin hedef.
Ango di encama êrîşa li herêma Bradostê de 3 pêşmerge birîndar bûn.
Rewşa pêşmergeyên birîndar girane.
Weke her carê hikumeta herêma başûrê kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdenge.
Disan li ser xaka başûrê kurdistanê di bin bêdengiya hikumeta herêmê û Iraqê de dewleta tirk a dagirker komkujiyan pêk têne.
Balefirên şer yên artêşa tirk a dagirker herêma Biradostê careke din bombebaran kir.
Vê carê hedefa balefiran pêşmergeyên li herêmê bûn.
Îro danê sibê balafirên şer yên dewleta Tirk gundên Mêrge-reş ya li Geliyê Şêx Zazanî ya herêma Bradostê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de agir bi deşta Hêrt ya herêma Biradostê ket.
Li gorî agahiyan, piştî bûyerê 3 pêşmergeyên hêza 80’mîn berê xwe dan cihê bûyerê.
Lê balafirên artêşa Tirk dîsan herêm bombebaran kir.
Vê carê balafiran rasterast pêşmerge kirin hedef.
Di encamê de her 3 pêşmerge birîndar bûn û lingê yekî ji wan jêbû.
Her wiha rewşa pêşmerge Xuşewî Mîkaîl giran e.