
Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên xwe ku rojane welatiyan ji Efrînê direvînin vê carê jî polîsên Tirk welatiyekî Efrînî li Stenbolê revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê navê welatiyê ku hatiye revandin Mihemed Faiq Menan e û ji gundê Miskê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye.
Hat gotin Mihemed Faiq Menan, 6 sal in li Tirkiyê bi cih bûye, polîsên Tirk ew revandin û çarenûsa wÎ nayê zanîn.
Li Efrînê jî ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye rojane welatî tên revandin.
Hin ji wan di berdêla pereyan de tên berdan û gelek ji wan heta niha çarenûsa wan ne diyar e.