
Sekreterê Giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî û Nivîskar Cîhad Mihemed li dijî plana Tirkiyê û PDK a êrişê bertek nîşan dan.
Di axaftinên wan de hat gotin:
“PDK li ser hesabê Kurdan têkiliyan bi dijminan re çêdike.
Kîjan alî ji Kurdan têk biçe, ji dewleta Tirk re feyde ye.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji ajansa Hawarê re axivî.
Cemal Şêx Baqî dibêje:
“Mixabin her ku diçe rayedarên PDK`ê xwe di nava vê siyasetê de winda dikin.”
Cemal Şêx Baqî da zanîn ku PDK ji bo berjewendiyên xwe yên partî û malbatî nêz dibe û li ser hesabê Kurdan têkiliyan bi dijminan re çêdike.
Nivîskar Cihad: PDK bi agir dilîze, dawiyê wê xwe jî û gelê Kurd jî bişewitîne
Nivîskarê Kurd Cîhad Mihemed jî li dijî hemna planê derket û got:
“PDK bi agir dilîze ku di dawiyê de wê xwe jî û hemû gelê Kurd bişewitîne.”