Senherîb Bersûm: Divê zext li Tirkiyê were kirin da Rêber Apo azad bibe

Ne tenê gelê Kurd, lê belê gelên din jî ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo bandor bûne, banga azadiya wî dikin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm di vî alî de dibêje:
” Rêber Apo ne tenê nûnertiya gelê Kurd, lê belê ya hemû gelên bindest dike.”

Senherîb Bersûm da zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye û got :

“Dewleta Tirk hewl dide vîna birêz Ocalan bişikîne.

Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku dest li rewşê werdin û rastiyên têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo nas bikin.”

Bersûm diyar kir ku Birêz Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd, lê belê nûnertiya hemû gelên bindest dike.

Dawiya axaftina xwe Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm tekez kir ku Divê hêzên navneteweyî jî fişarê li dewleta Tirk bikin da ku birêz Ocalan azad bibe.

Back to top button