Milley: Rûsya û Çîn dixweazin nîzama cîhanê biguherin

Serokê Fermandariya Giştî yê DYA Orgeneral Milley hişyarî da ku li hember mezinbûna hêza Çîn û Rûsyayê potansiyela şer zêde dibe. DYA, Îngilîstan û Awistralyayê di pêşxistina moşekên hîpersonîk de peyma hevkariyê îmze kirin.

Serfermandarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mark Milley jî diyar kir ku Rûsya û Çîn hewl didin pergala heyî ya cîhanê biguherînin.

Milley her wiha hişyarî da ku ji ber van her du welatan dibe ku şerên mezin ên navneteweyî zêde bibin.

Milley di Komîteya Hêzên Çekdar a Meclisa Nûneran a Amerîkayê de axivî û wiha got:

“Em niha bi du hêzên cîhanî, Çîn û Rûsya ku her du jî xwedî hêzên leşkerî yên girîng in û mebesta wan ew e ku bi bingehîn rêgezên nîzama cîhanî ya heyî biguherînin re rubiru ne.”

Milley anî ziman ku cîhan her ku diçe bêîstiqrartir dibe û ev tişt anî ziman:

“Potansiyela şerên cidî yên navneteweyî di navbera hêzên mezin de li şûna ku kêm bibe, zêde dibe.”

Milley di derbarê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê de nêrînên xwe diyar kir û ev şer di dema kariyera xwe ya leşkerî ya 42 salan de wekî “mezintirîn metirsiya li ser aştî û ewlehiya Ewropayê, belkî li tevahiya cîhanê” bi nav kir.

Milley got, ev dagirkerî aştî û îstiqrara gerdûnî xera dike.

Milley di bersiva pirsên li ser çawaniya zêdetir alîkariya Kîevê ji ber êrişa Rûsyayê li ser welat û ewlehiya Ewropayê zêde bike, bi taybetî ji bo hevkarên NATOyê yên ku li ser Rûsyayê bifikarin jî ev tişt anî ziman:

Divê hêzên zêdetir ji bo rojhilatê Ewropayê bên şandin.

Li cihê leşkerên mayînde li herêmekê werin bicihkirin, li gorî hewcedariyê gerandina leşkeran guncawtire.

Di peymana AUKUS de qadek nû ya li hevkirinê; Moşekên hîpersonîk

Doh hevalbendiya AUKUS bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê bi hevre dest bi çêkirina xebata moşekên hîpersonîk bikin.

Serokê DYA Joe Biden, Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Serokwezîrê Awisturalya Scott Morrison di daxuyaniyeke hevbeş weşandin de wiha gotin:

Hevkariya sêalî ya nû li ser moşekên hîpersonîk, pergalên parastina dijî moşekên hîpersonîk û qabîlyeta şerê elektronîkî wê dest pê bike û lîder wê bên agahdar kirin.

Hem Amerîka, hem Çîn û hem jî Rûsya derbarê moşkeên hîpersonîk yên ku 5 qatê deng leztirin bifikarin.

Milley Cotmeha borî gotibû Çîn, pergalek çekên hîpersonîk diceribîne û fikarên xwe anîbû ziman.

Rûsyayê jî ragihand ku wan bi moşekên hîpersonîk li hinek armancên li Ûkrayna hatine diyarkirin xistine.

Back to top button