MÛRAT KARAYILAN: GERÎLA WÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ BIKE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, li ser peyama Rêber Ocalan û pêvajoya dema bê, nirxandin kir.
Karayilan li ser dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê got:
Gerîla wê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî bike.
Hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî hêza desthiladar divê guh bide baldariya gel û li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, der barê peyamên Ocalan û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li Xakurkê de nirxandin kir.

Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta tirk di her firensendê de gefa dagirkeriy li kurdistanê dixwe û wiha got:

Dewleta Tirk salek e di asta herî bilind de gef li Rojava xwar, hîn jî dixwe.

Xuya ye ji bo êrîşî Rojava bike nekarî destûrê ji efendiyên xwe werbigire, lewma berê xwe da Xakurkê.

Ya dewleta Tirk li Xakurkê dike operasyon nîne, dagirkerî ye.

Rayedarên Tirk timî dibêjin, ‘PKK kengî qediya em ê ji Başûr vekişin’..

Gelo PKK dikare biqede? Ti carî naqede.

Karayilan balkişand li ser bêdengiya Rêxistinên li Başûrê Kurdistan û dewleta Iraqê ya li dijî van êrîşan û ev tişt anî ziman:

Divê em vê baş zanibin; Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê xwedî hesabên gelekî cidî ye.

Qebûlkirina dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya ji destdana Kerkûkê.

Bila desthilatdariya Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de destê dewleta Tirk xurt neke.

Li şûna vê yekê divê xwedî li berjewendiyên neteweyî derkevin.

Karayilan anî ziman ku wê gerîla li dijî dagirkeriyê heta dawî hêza xwe bikar bêne.

Li dijî hewildana dagirkeriya dewleta Tirk, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, wê berxwedaniyeke dîrokî bikin û ji bo ku vê berxwedanê bibin serî wê hemû hêza xwe dayne holê.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser Peyamên Rêber Ocalan ev nirxandin kir.

Ev peyam ji bo me, ji bo Tirkiye û gelên herêmê gelekî girîng e. Rêya çareseriyê ya Rêbertiya me diyarkiriye, ya ku ji 7 xalan pêk tê, di tê de çarçoveya çareserkirina hemû pirsgirêkan heye. Van peyaman nîşan daye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdistan, Tirkiye û herêmê, Rêber Apo hêza çareserî û mifteya çareseriyê ye. Niha jî dora şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye.

Leave a Reply

Back to top button