Îsraîl..Bennett yê erkê xwe radestî Lapid kirî wê ji dosyaya Îranê berpirs be

Îsraîl ji ber metirsiya ji Îranê, her tim di nava tevgerê de ye. Serfermandarê Îraîlê Koçavî got; Pêvajoya amadekariya operasyonên muhtemel ên li dijî Îranê bi lez pêş dikeve. Serokwezîrê Îsraîlê Bennett piştî ku wezîfeya xwe radestî Wezîrê Karên Derve Lapîd kir jî wê ji dosyaya Îranê berpirsyar be.

Doh li Îsraîlê merasîma dewirgirtina Fermandariya Hêzên Esmanî hebû.

Amikam Norkin yê erkê wî bidawî bûyî, li cihê wî Tomer Bar hate erkdarkirin.

Di dema merasîmê de yek ji mijara sereke rewşa Îran, oparasyonên berê yên li dijî wê û egeriya oparasyonên nû hate gotûbêjkirin.

Fermandarê nû yê hêzên Esmanî Tomer Bar teqez kir ku hêzên asmanî ji bo operasyonên li dijî armancên nêzîk û dûr amade ne.

Serfermandarê Îsraîlê Aviv Koçavî got,

“Pêvajoya amadekariya operasyonên muhtemel ên li dijî Îranê vê gavê bi lez pêş dikeve.”

Koçavî di merasîma radestkirinê a hêzên hewayî de ev tişt anî ziman: “Hêzên hewayî yên Îsraîlê di van salên dawî de pêşketinên girîng bi dest xistine, lê ji bo paşarojê gavên bêne avêtin hene. Artêşa me derbên giran li çeper û çekdarên Îranê yên li Sûriye û herêmên cuda yên Rojhilata Navîn xist.”

Koçavî destnîşan kir ku ji bo artêşa Îsraîlê ‘her tim amade be’ hefteyê carekê tetbîqatên asayî tên lidarxistin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokwezîr Naftali Bennett doh bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî peyendiyek telefonî pêk aniye.

Di hevdîtinê de bal hat kişandin ser peywendiyên her du welatan û dosyaya nukleerî ya Îranê.

Hat balkişandin ku Bennett girîngiyeke taybet daye vê dosyayê û piştî ku wezîfeya xwe radestî Wezîrê Karên Derve Yaîr Lapîd kir, ew ê dosyaya Îranê bişopînin.

Hat diyarkirin ku Bennett “wê stratejiya Îsraîlê ya li hemberî gefên Îranê bidomîne.”

Weke ku tê zanîn dema hikûmeta koalîsyonê hat avakirin, li hev kirin ku Serokwezîr Naftali Bennett 2 sal û 2 meh şûnde wezîfeya xwe radestî hevkarê xwe Yaîr Lapid bike.

Ev dem Tebaxa 2023’an bi dawî dibe.

Bennett wê di çarçoveya peymanê de, bibe wezîrê navxwe, lê dosyaya Îranê wê di bin desthilata wî de bimîne.

Back to top button